Parîs.. ENKSê bi balyoza Ferensî ya taybet bo Sûriyê re civiya

Parîs.. ENKSê bi balyoza Ferensî ya taybet bo Sûriyê re civiya

Feb 20 2024

Şandek ji Nivîsgeha Peywendiyên Derve ya ENKSê duh Duşemê 19ê Sibata 2024an bi Wezareta Derve ya Ferensayê re li Parîsê bi amadebûna balyoza Ferensî ya taybet bo Sûriyê Birîcît Kormî re civiya.

Şanda ENKSê bi serokatiya Kamîran Haco Serikê Nivîsgehê, û endamtiya Mizgîn Yûsif , û Rêzan Şêxmûs endamên nivîsgehê bû.

Li gorî daxuyaniya Nivîsgeha Peywendiyên Derve ya ENKSê di civînê de jimareyek mijarên giring derbarê Sûriyê û dîtina çareseriyên siyasî yên berdewam di çarçoveya tehediyat û girjiyên Herêmî û Navdewletî de hatin gotûpêjkirin.

Herweha di civînê de amadebûyan rewş li deverên kurdî li Rojavayê Kurdistanê di çarçoveya pêşhateyên siyasî û ewlehî yên henokeyî gengeşe kirin.




191