Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya beşdarî di merasîmên şîna pêşmerge Elî Yûsiv Ne'mo de kir

Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya beşdarî di merasîmên şîna pêşmerge Elî Yûsiv Ne'mo de kir

May 09 2023

ARK NEWS... Şandek ji Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya li Elmaniya beşdarî di merasîmên şîna pêşmergeyê şoreşên Gulan û Îlûnê Elî Yûsiv Ne'mo de kir.

Gotara PDK-Sê ji aliyê Nafih Beyro endamê Polîtbîroya partî ve hat pêşkêşkirin.

Di 29ê Nîsana 2023yan, Rojavayê Kurdistanê yek ji Pêşmergeyên şoreşên Îlûn û Gulanê ji dest da, ku li Zaxo koça dawiyê kir.

Elî Yûsif Nimo, yek ji Pêşmergeyên şoreşên Îlûn û Gulanê li nexweşxaneyekê bajarê Zaxo li Herêma Kurdistanê çû ber dilovaniya Xwedê.

Xebatkar ji şêniyên gundê Rikava yê Dêrika Rojavayê Kurdistanê ye, ta dawiya jiyana xwe li ser rêbaza Barzaniyê nemir bû.

199