Mesrûr Barzanî û Generalê Amerîka yekrêzî û bihêzkirina Kurdên Rojava gotûbêj kirin
Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ligel Fermandariya Giştî ya Tîma Hevbeş a Operasyonên Taybet li Iraq û Sûriyê civiya û gotûbêj derbarê mîkanîzma çawaniya yekrêziya hêzên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê hatin kirin.
Îro Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî pêşwazî li ligel Fermandarê Giştî ya Tîma Hevbeş a Operasyonên Taybet li Iraq û Sûriyê General Patrick Robinson kir.
Di civînê de, pêşhatên siyasî û leşkerî yên navçê bi giştî û qonaxên şerê li dijî teroristan hatin guftûgokirin.
Di wê derbarê de General Patrick Robinson behsa dawî qonaxa şerê li rojhilatê Sûriyê jû hewlên derkirina teroristan kir û her du aliyan dawî pêşhatên dîplomasî yên Amerîkî yên taybet bi şerê Sûriyê bi girîng binav kir. Herwiha gotûbêj derbarê mîkanîzma çawaniya yekrêziya hêzên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê û bihêzkirina wan hatin kirin.
Di beşeke din a civînê de, herdû aliyan dilgiraniya xwe di derbarê êrîşa mûşekî ya Îranê de li ser bajarê Koyê yê Herêma Kurdistanê diyar kirin, gotin ku ew êrîş nakeve xizmeta aramiyê navçê.
1310
