Tirsa PYDê ji destkeftinên ENKSê û pêşketinên wê  heye

Tirsa PYDê ji destkeftinên ENKSê û pêşketinên wê heye

Sep 15 2019

Tirsa PYDê ji destkeftinên ENKSê û pêşketinên wê heye
Mahir Hesen

PYDê bi hogir û piştgirên xwe ve bi Kurdan ketine û bi xelkê de divereşihin û devdirêjiyan li vî û wî dike , û hemdemî Kesên li dijî bêexlaqiya PKK rawestin bi xiyanetê nîşan dikin .

PKK û rêjîma Be’ss hev re harîkar in ber ku her kes dizane niyeta PKK hember niştîmanperweran çawa ye , û ji tevlîhevkirinê çi xêrek bo Kurdan nekirine

PYDê armanca wê ya herî sereke û bingehîn ku kurd di her cihî de winda bibin . Tevî ku zikê Kurdan tişî xwîn kirine dixwazin hijmara Ereban li devera ewle zêde bikin da Kurdistana-Sûriye serjêrî biçe.

Ewqas lez û beza wa tevî ji bo têkevin dawa Tirkan , û Tirk jî yên PYD bo berjewndiyên xwe bi kar bînin , ji ber tu hêvî ji ENKS nedît wê bi rengekî piştşikestî têxe bin destê xwe . PYD li bin masê re van rojên dawî de danûstandin bi dewleta Tirkan re dike , û ew jî li ser şopa PKK ya projebûna xwe pêk anî , di destpêkê de bi Dewleta Kurdistanê û Kurdistaneke yekgirtî parast û dawî kar û kiriyarên PKK tev ketin di xizmeta Dewleta Tirkan de .

Tirsa PYD ji destkeftinên ENKS û pêşketinên wê li her derê heye , ji lewma li dijî ENKS tev digere û bi zimanê Dewleta Sûriye û Kemalîsta Tirk û Îrana insankuj diaxive , û daxuyaniyên xwe de mesela rojava dibin û tînin li ser netew-dewletbûnê disekinînin û ziman dagerkiran bi kar tînin hember ENKS.



Gotar bi tenê nerîna nivîskar nîşan dide

916