Penaberekî kurd di encama bûyereke çûnûhatinê de jiyana xwe ji dest da

Penaberekî kurd di encama bûyereke çûnûhatinê de jiyana xwe ji dest da

Aug 25 2021

ARK NEWS... Li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê, di encama bûyereke çûnûhatinê de penaberekî Rojavayê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da.

Roja Yekşemê 22. 08. 2021, li devera Beherkê ya derdora Hewlêrê, penaberê Rojavayê Kurdistanê Menal Mihemed Selîm Tahir 31 salî rastî bûyereke çûnûhatinê hat û di encamê de jiyana xwe ji dest da.

Ciwanê kurd Menal Mihmed Selîm Tahir jidaykbûyê sala 1990î li gundê Şekirxaçê yê gundewarê Dêrkê ye.

651