Emerîka ji Înê heta Şemiyê êrîşên esmanî li Sûriyê encam nedane
Berpirsekî Emerîkî piştrast kir ku welatê wî ji Înê heta Şemiyê êrîşên asmanî li Sûriyê pêk neyanîn, di derbarê êrîşên asmanî de ku 10 çekdarên milîsên Îranî hatin kuştin û bi dehan birîndar bûne li bajarê Bokemal, li rojhilatê Dêrezorê.
Kanala Sûriyê eşkere kir ku berpirsekî Emerîkî, di bersiva pirsekê de derbarê êrîşeke Emerîkî li rojhilatê Sûriyê de, nexwestiye navê wî were eşkerekirin, ji ajansa France-Prês re ragihand ku "Emerîka di şeva Înê û Şemiyê de ti êrîşeke berevaniyê nekiriye".
Daxuyaniya wî berpirsê Emerîkî di demekê de ye ku sê firokeyên bê firokevan, ku "herî kêm 9 êrîş pêk anîn", cih û baregehên milîsên Îranî li bajarê Bokemal kirin armanc.
308
