Teqîna Efrînê di rêya barhilgireke sûtemeniyê bû
ARK NEWS .. Îro 11 Tîrmehê 2019an, Pênşemê danê sibê de roja teqnîneke bihêz li navbeda bajarê Efrîna Rojavayê Kurdistanê çêbû, bi dehan navbera jiyanjidestdanê û birîndarbûnê hatin tomarkirin .
Jêdereke taybet ji Efrînê ji Dezgeha ARKê re ragihand ku teqîn demijmêr 9.50 xulekan de li taxa Eşrefiyê li ser rêya Turindê çêbû. Heman jêderê tekez kir ku teqîn di encama teqîna otombêleke bombirêjkirî hate encamdan, ji bilî qurbaniyan ziyaneke mezin gihişt mal û milkên welatiyan .
Ji aliyê xwe jêdereke agahdar ji nexweşxaneya leşkerî ya Efrînê da zanîn ku 13 ji ereban di encama wê teqînê de jiyana xwe ji dest dane, di nav wan de zarokek û jinek jî hene, lê ta niha nav û nasnameya wan nehatine xuyakirin û eger heye hijmar bilindtie bibe ji ber ku rewşa hin ji birîndaran giran e .
Teqîna bajarê Efrînê ta niha tu aliyekî li xwe negirtiye, lê di her dem û demekê de teqînên bi vî awayî rûdidin, di encama wan teqînan de welatiyên sivîl dibine qurbanî .
Beşek ji wan teqînan girûpên ser bi PYDê ve wek Odeya Hêrsa Zeytûnan li xwe digirin, Welatiyên Efrînê dibêjîn ku piraniya teqînan wek tolhildaneke nakokiyan navbera girûpên çekda de bi xwe de têne encamdan .
Ş.E
542
