Efrîn.. Agir bi dehan darên zeytûnan li navçeya Bilbilê ket
Jul 11 2024
Agir bi dehan darên zeytûnan li navçeya Bilbilê ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê ket.
Di encama şewatê de bi sedan darên daristan û zeytûnan li çiya, gund û navçeya Bilbbilê şewitîn.
Li gorî jêderên xwecihî ji bajarê Efrînê ku ji ber bilindbûna germahiya werza havînê, roja Pêncşemê 11 Tîrmeha 2024an agir bi zeviyên çandiniyê û daran li ciyayê nêzîkî gundê "bîkê" ya navceya Bilbilê ya bajarê Efrîna Rojavayê Kurdistanê ket.
Her weha di roja Yekşemê 2 Hezîrana 2024an de, agir bi daristana ciyayê Bilbilê li Efrîna Rojavayê Kurdistanê ket û ziyanên mezin bi darên xelkê gihişt.
360
