Encûmena Xwecihî banga xweparastinê ji şêniyên Efrînê kir

Encûmena Xwecihî banga xweparastinê ji şêniyên Efrînê kir

Aug 13 2020

ARK NEWS... Encûmena xwecihî ya bajarê Efrîna Rojavayê Kurdistanê gitşnameyek belav kir tê de ji şêniyên Efrînê xwest pabendî rêkarên tenduristiyê bibin.

Encûmena Xwecihî di giştnameya xwe de ragihand ku piştî belavbûna nexweşiya koronayê li herêmên bin destê girûpên çekdar de, bang li xelkê dikin ku bi rêkarên xweparastinê rabin, û serdanên xwe ji nexweşxane û navendên tendirustiyê kêm bikin, û bi tenê ji rewşên pêwîst re rabin.

Encûmenê herwiha banga berçavgirtina dûrbûna civakî û lixwekirina kemame û lepikan û şuştina destan û pakirina wan bi şêweyekî baş kir, da ku rê li ber berbelavbûna nexweşiyê were girtin.

Ş.E

315