TRTê reşpelika pilana Turkiyê di Herêma Aram de belav dike
ARK NEWS .. Telefizyona TRTê ya nûçeyan reşpelikekê pilanê, derbarê bicîanînan milyonek penaberên Sûriyê li Herêma Aram, ya ku biryar e li Rojavayê Kurdistanê were damezrandin, eşker kir
Di reşpelikê de hatiye ku, pirojeya bicîkirina penaberên Sûriyê bi buhayê 151 milyar L.T ye, ango 27 milyar Dolar e.
Li gor heman jêderê ku Sindûqên perepêdana biyanî, dê were dayîn da ku 200 Hezar mal werin avakirin, herwiha 140 gund û her gundek 5000 kes li xwe bigire, û 10 bajarok her bajarokek 30 hezar kes li xwe bigire, û di her bajarokî de nexweşxane, mizgeft, dibistan, û yarîgeh jî hebin .
Di 7ê Tebaxa bûrî her yek ji Emerîka û Turkiyê gihiştin rêkeftinekê derbarê Herêma Aram, lê tevî qonaxa yekem ji bendên wê rêkeftinê li ser zeviyê dest bi kar kir, û gerên hevbeş bi rê ve çûn, û balfir firiyan, herwiha QSDê paşve çû, û hin herêm radestî hêzên xwecihî kir. Lê ew yek ne bi dilê Turkiyê ye, û li ser herêmek bi kûrahiya 32 K.M û dirêjahiya 400 K.M, rijd e.
Ş.E
354
