PDK-Sê li Siwîsrayê xebatkar Dr. Nûredîn Zaza bi bîr anî

PDK-Sê li Siwîsrayê xebatkar Dr. Nûredîn Zaza bi bîr anî

Oct 09 2023

Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya li Siwîsra salvegera 35an ya koçbarkirina xebatkar Dr. Nûredîn Zaza bi bîr anî.

Merasîm bi amadebûna sekreterê Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya Mihemed Ismaîl, Nafih Beyro berpirsê rêxistina Ewropayê ya Partî û Xalid Derwîş berpirsê rêxistina Siwîsrayê ya Partî, bi dehan ji endam û alîgirên Partî ji revanda kurdî serbarî nûnerên partiyên Kurdistanî bi rê ve çû.

Di merasîman de, nûnerên her yek ji şaxê 6 ya Partiya Demoqrata Kurdistanê PDKê û Partiya Demoqrata Kurdistan Turkiya û Partiya Demoqrata Kurdistan Îran û Partiya Sosyalîsta Kurdistanî Turkiya û Navenda Revenda Kurdistanî li Ewropayê amade bûn û hejmareke gotar hatin xwendin.

Di 7ê mehê de salvegera 35an ya koçbarkirina xebatkar Dr. Nûredîn Zaza bû, ku yekem serokê Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya ku di sala 1957an de hatiye damezrandin ye û yek ji damezrînerên wê partiyê ye.
.

222