4 endam ji malbateke kurdên Rojavayê Kurdistanê bin av bûn

4 endam ji malbateke kurdên Rojavayê Kurdistanê bin av bûn

Sep 24 2022

ARK NEWS... 4 endam ji malbateke kurdên Rojavayê Kurdistanê li deryaya Spî li beravên Sûriyê bin av bûn, hejmara giştî ya qurbaniyan gihiştiye 88 kesan.

Mustefa Misto li gel 3 zarokên xwe, Rêdor, Dunya û Diyar li deryaya Spî li beravên Sûriyê de bin av bûn, di encamê de jiyana xwe ji dest dan, bi tenê hevjîna Mustefa rizgar bû.

Malbatê li gel bi dehan ji penaxwezên Sûriyê û hin welatên din, ji Lubanê hewl dida berê xwe bide welatên Ewropayê, lê belem, bin av bû û bi dehan bûne qurbanî.

Malbatê ji şêniyên gunde Be'iyê yê navçeya Şêrawa ya herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê ye, li Terablusa Lubanê neştecî bûn. Jêder tekez dikin hejmara giştî ya qurbaniyan 88 kes in.

Ş.E

208