Dubare banga lidarxistina xwenîşandanekê li dijî rêjîma Sûriyê hate kirin

Dubare banga lidarxistina xwenîşandanekê li dijî rêjîma Sûriyê hate kirin

Dec 27 2022

ARK NEWS... Hevdemê berdewamiya xwenîşandan û nerazîbûna li dijî rêjîma Sûriyê li deverên di bin kontrola rêjîma de, çalakvanên parêzgeha Siwêdayê dubare banga lidarxistina xwenîşandanekê li dijî rêjîmê belav kir.

Çalakvanan li ser torên civakî dane xuyakirin, ku roja Yekşemê 25. 12. 2022, xwenîşandanek li qada Elkerame demjimêr 12 ta 1ê nîvro ji bo jiyaneke birûmet, wê were lidarxistin, û bang li xelkê bajêr kirin ku beşdariyê tê de bikin.

48