Fermandariya Pêşmergeyên Leşkerê Roj şehîdbûna pêşmergeyekî xwe ragihand

Fermandariya Pêşmergeyên Leşkerê Roj şehîdbûna pêşmergeyekî xwe ragihand

Nov 04 2023

Îro, pêşmergeyekî Leşkerê Roj, dema li ser erkê xwe bû, şehîd bû, Fermandariya Pêşmergeyên Leşkerê Roj bi fermî ragihand.

Fermandariya Pêşmergeyên Leşkerê Roj, li ser rûpela xwe ye fermî şehîdbûna pêşmerge Eymen Hacî Çolî dema li ser erkê xwe bû bi şorteke elektirîkê, şehîd bûye, ragihand.

Di daxuyaniya ku Nivîsgeha beşê rewşenbîrî û ragihandinê belav kiriye de hatiye: Şehîd Eymen serokê erîfan (Serdehan) bû, ji feca 9an ji hêzên Leşkerê Roj bû, îro 4ê Mijdara 2023yan, şehîd bûye.

Heman jêderê ameje pê kir: Şehîd ji şêniyên gundê Eyn Tewîl yê Dêrika Rojavayê Kurdistanê ye.

Ji aliyê xwe ve jêdereke agahdar ji ARKê re tekez kir: Termê wî dê li goristana Şaxkê ya Duhokê bi xakê were spasrtin.

Hêzên Pêşmergeyên Leşkerê Roj, ji kur û keçên bajarên Rojavayê Kurdistanê pêk tên, sala 2012an de bi fermanekê ji serok Mesûd Barzanî hatine damezrandin, di gelek şer û cengan de beşar kirine, weke şerê rûbirûbûna DAIŞê sala 2014an û şerê berevaniya di ber xaka Kurdistanê sala 2017an de û bi dehan şehîd dane.

205