Wezareta Pêşmerge: Em piştevaniya lêkolîneke bilez û zelal derbarê bûyera Mexmûrê de dikin

Wezareta Pêşmerge: Em piştevaniya lêkolîneke bilez û zelal derbarê bûyera Mexmûrê de dikin

Oct 23 2023

Duh Yekşemê şer di navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Îraqê de li çiyayê Qere Çox li Qeza Mexmûr ya ku dikeve di çarçoveya navçeyên Kurdistanî yên derveyî rêveberiya hikûmeta Herêma Kurdistanê de, derket.

Serokatiya Erkanê Wezareta Karûbarên Pêşmerge Îro 23ê Cotmeha 2023yan di daxuyaniyek de ragihand, mixabin duh bûyereke nexweş li devera Mexmûrê rû da, şehîd û birîndar ji herdu aliyan hebûn, em bi kar li gel hikûmeta federalî bo çareseriyeke giştgir û hertim ku aramî û seqamgêriyê li hemû Îraqê peyda dike, pabend in, her weha em piştevaniya daxuyaniya fermandarê giştî yê hêzên Îraqê ya ku banga lêkolîneke bilez û zelal di sedemên bûyerê de dike bo dîtina çareseriyê, dikin.

Di vê derbarê de berdevkê fermandarê giştî yê hêzên Îraqê Yehya Resûl ragihand, serokwezîrê Îraqê Mihemed Şeya` Elsodanî fermana avakirina komîteke astbilind bo lêkolînê derbarê bûyera Mexmûr û zanîna sedeman de, kir, serbar kir jî, di bûyera Mexmûrê de 3 kesan canên xwe ji dest dan û 7 jî birîndar bûn.

Parêzgarê Hewlêrê Omîd Xoşnaw ragihand, duh buyereke nexweş li Mexmûrê li sînorê parêzgeha Hewlêrê rû da, di encamê de Eqîd Cewher Qehar û Pêşmerge Hawrê Cewher şehîd bûn, hejmreke din jî birîndar bûn.

Di 19ê vê mehê de, firqeya 14an ya artêşa Îraqê 4 xalên çavdêriyê li çiyayê Qere Çox li Qeza Mexmûr ji çekdarên PKKê wergirtin.

160