Rêxistina Lubnanê ya PDK-Sê sersaxî belav kir

Rêxistina Lubnanê ya PDK-Sê sersaxî belav kir

Jan 02 2021

ARK NEWS... Rêxistina Lubnanê ya Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya nameyek sersaxiyê bi koçadawiya endamê xwe, hunermend Ednan Umer Şêxo, belav kir

Rêxistina Lubnanê di nameya xwe de koçadawiya hunermend Ednan Umer Şêxo, endamê PDK-Sê, ragihand û got piştî rûbirûbûnekê bi nexweşiyê re li Lubnanê koça dawî kir.

Hunermendê navbûrî, endamê koma Armanc Efrîn bû, û yek ji damezrînerên koma Jîn ya çand û filikrorî kurdî ye.

Hunermend Ednan Umer Şêxo ji şêniyê gundê Rûta yê Efrîna Rojavayê Kurdistanê ye, li goristana Şihêm li Lubnanê dûr ji zêdê xwe bi xakê hat spartin.

Ş.E



650