Hêzên Pêşmergeyên Leşkerê Roj nûneratiya me dikin
Hêzên Pêşmergeyên Leşkerê Roj nûneratiya me dikin
Şêxo Efrînî
Her welatek bi artêşa xwe serbilind e, ya Kurd û Kurdistaniyan jî, navekî pîroz li cem wan heye, ew jî navê Pêşmerge ye.
Pêşmerge tu carî rûpeleke reş di dîroka xwe
de nenivîsandiye, berûvajî her dem ku mirov behsê dike, bi serbilindî û serefrazî li ser wî navî pîroz tê sekinandin.
Di dîroka şer û cengan de, her binpêkirin ji aliyê artêşan ve çê dibin, ji ber ku rewş tevlîhev dibe û kes haj kesî nanîne; lewma kuştin di dermafê her nifşekî de: Ji kal, pîr, jin û keç, ta bi zarokan jî têne encamdan û bacê didin, herwiha dizî, destdirêjî, desteserkirin, tawan jî bi bê hijmar rû didin.
Bi tenê dema navê Pêşmerge tê hildan, Kurdistan, Kurd, doza 40 melyonan, rûmet, keramet, xebat, azadî, tekoşîn, rizgarî, şoreş, serhildan, raperîn serbilindî, hêvî û omêd pê re serî hildidin.
Li hember de, çemandin, koletî, stûxwarkirin, bindestî, dagirkerî, rûreşî, xiyanet, xakfiroşî, yekser pê re serî xwar dikin, û xwe jê re, ji navê Pêşmerge re diçemînin.
Pêşmerge navekî pîroz e, û her dem nûneratiya doza gelê Kurd dike, lewma Pêşmergeyên Leşkerê Roj nûneratiya min ji Efrînê ta bi Dêrikê dikin.
Gotar bi tenê nerîna nivîskar nîşan dide
862
