PYD pîlanekî derbarê penaberên 'efrînê de amade dike

PYD pîlanekî derbarê penaberên 'efrînê de amade dike

Mar 20 2019

Rêveberiya kempên şehbayê navên koçber, penaber û xelkê 'Efrînê yên bi darê zorê yê PYD li wan kempan de dimîne tomar dike , bi haneya vegeran wan jibo 'Efrînê , lê armanca wan ewe ku wan veguhêzine cihin nediyar .

Jêderekê ji kempa berxwedanê da zanîn ku rêveberiya kempan dixwaze penaberan veguhêze bo navçeya Şidadê li Hesekê û dinava kempan de li wê navçeyê bich bike û bazirganiyê bi navên wan bike û li ser navên wan alîkariyên navdewletî werbigire û li ser terorîstên DAIŞê li kempên Holê û dewruberên wê belav bike, û da ku îdî çî din milletê 'Efrînê hizir neke vegere 'Efrînê .

Di beşekê din yê gotina xwe de wî jêderî wiha got, PYD dixwaze kalemêran û pîran jibo kempekê nîzîk ji gundê Çetel ziyaretê û bikaranîna wan mîna dîwarekî parastinê ji mrovan dijî her îrşekî Turkiyê û Giropên çekdar dijî herdu bajarokê Nibil û Zeherayê.

Çalakvanê kurd Azad Xelîl duh (19.3.2019), nameyek ji milletê kurd li kempên Şehbayê re şand ku razî nebin bên veguhistin bo her cihekî eger ku venegerin gund û bajarokên xwe li navçeya 'Efrînê , jiber ku PYD dixwaze wan biyabana cezîrê de winda bike û kurdan mîna arduyekê ji karnameyên hêzên herêmê re bişewtîne.

Di 16 meha Adarê sala 2018 çekdarên PYD rêgrî li pêş çûn û vegera xelkê 'Efrînê li ser rêbenda taxa Mehmodoyê kir û nehşit xelk vegere gundên xwe û di heman demê de rêbenda Turinidê li pêş xelkê vekir da ku xelk berê xwe bidin deverên derdora Helebê nexasim Nibil , Zehera û Til rif'ti û ji wê demê ve û heta niha pênç kemp ji derbederên 'Efrînê re damezirandine û niha jî metrisiya veguhestin û bazirganiya bi wan kurdan jibo deverên din tên kirin û heta niha hêjî PYD rijde li ser nevegera wan jibo 'Efrînê û herwiha jibo taxên kurdî li Helebê mîna Şêx meqêwd û Eşrefiye.

r.o

412