Rojavayê Kurdistanê bûye qada dîdara artêşên cîhanî
ARK NEWS .. Ji dema ku agirbest navbera Turkiyê û girûpên çekdar li aliyekî, û QSDê li aliyekî din li gor rêkeftina Emerîkî û Turkî di 17ê Mijdara bûrî hatibû îmzekirin, ji wê rojê ve û ta roja weke îro gerên hevbeş navbera artêşên cîhanî û herêmê de li Rojavayê Kurdistanê bi rê ve diçin, û êdî herêmên Rojavayê Kurdistanê bûne qada dîdara artêşên welatên bihêz û bandor di kirîze Sûriyê de.
Gerên hevbeş navbera herdu artêşên Turkî û Emerîkî li hin herêman piştî vekişana QSDê ji 32 k.M bi rê ve diçin, li hin herêmên din gerên tekane yên her yek ji Emerîka û Rûsî bi rê ve diçin, li aliyekî din gerên hevbeş navbera Rûsiyê û Turkiyê têne encamdan, beşek ji herêmên Rojavayê Kurdistanê çekdarên rêjîmê derbas dibin û vedikşin, herwiha beşek wekû xwe man wate di bin destê QSDê mane .
Lê ya balkêş ew e ku di heman deman de û yek bajarî de herdu zirîpoşên Emerîkî û Rûsî hatin dîtin
Li gor wêneyên ku malpera Bas news belav kirine, tê de tê xuyakirin ku li herêmên kurdî li Rojavayê Kurdistanê êdî her du hêz di yek demê gerên xwe encam didin .
Piştî desteserkirina Turkiyê û girûpên çekjdar yên bi ser ve ji herêmên navbera Girê Spî û Serê Kaniyê de, her deverek ket bi destê hêzêkê de, û navbera hêzên Emerîkî, Rûsî, Turkî, rêjîm, QSDê de hatin dabeşkirin. Hîn jî çarenivîs herêmên din ne zelal e, ku rewşa wan dê çawa be, gelo dê bi gerên hevbeş derbas bibe? yan dê vegere ji rêjîmê re? yan di heman çarenivîsa Efrîn û Serê kaniyê be? yan QSDê dê wekû berê serpireştiyê bike? ew bersiv dê di roj û meh yan salên bê werin dayîn.
Ş.E
469
