
QSDê zarokekî kurd ji kampên Şehbayê li gundewarê Helebê revand
May 27 2024
Hêzên Sûriya Demoqratîk QSDê de revandina zarokên biçûk de berdewam e, herî dawî zarokek 15 salî ji kampên Şehbayê li Helebê revand.
Jêderek nêzîk ji malbatê taybet ji ARKê re ragihand ku roja Şêşemê ( 21/5/2024 ) çekdarên ciwanên şoreşger yên bi ser QSDê ve zarokê 15 salî yê bi nave Elî Celal Sîdo ku ji gundê Heyatê yê navçeya Mabeta ya Efrînê ye ji kampên Şehbayê li gundewarê Helebê revand, û ta niha çarenivîsa wî ne diyar e.
Malbatê tekez kir ku QSDê wan agehdar kiriye ku kurê wan yê biçûk li yek li navendên wan yên taybet bi leşkerkirin û rahînankirina zarokan e.
117