8 sal li ser şehîdbûna çalakvan Dr. Şêrzad Hac Reşîd re derbas bûn

8 sal li ser şehîdbûna çalakvan Dr. Şêrzad Hac Reşîd re derbas bûn

Feb 11 2020

ARK NEWS... 8 sal li ser şehîdbûna çlakvanekî Kurd, li bajarê Helebê, derbas dibin, ku bi destê girûpeke çekdar hat kuştin.

Ji despêka şerê Sûriyê ji sala 2011an de, bi hezaran ji çalakvanên kurd û ereb bi destê rêjîmê hatin terorkirin, û beşek mezin di karvedanên nediyar de hatin armanckirin, bi taybet yên ektîv û berçav di xwepêşandana de, ku Dr. Şêrzad Hac Elî yek ji wan kesan e.

Di 9ê Sibata 2012an çalakvan Dr. Şêrzad Hac Elî, ku bi xwe xelkê gundê Elemdara, yê ser bi navçeya Raco, ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê ye, li parêzgeha Helebê bi destê girûpek çekdar, nenas ve hat revandin, piştre ji aliyê heman girûpê ve hat terorkirin, ta niha nehatiye diyarkirin ku aliyên rasteqîne yên li paş wê tawanê kî ne û nehatine eşkerekirin .

Çalakvan Şêrzad di gelek çalakiyên mirovî de beşdar kiribû, û bêberamber, birîndarên ku ji aliyê rêjîm, û şebîheyên wê ve dihatin armanckirin, derman dikirin, bi taybet li Enedan, Hirêtan, û herêmên beşdar di xwepêşandanên li dijî rêjîma Esed de .

Hac Elî endamê Partiya El wehdê bû, û yek ji stûnên hevrêzkarên beşdar di xwepêşandanên dijî rêjîma Esed bû, û di her xwepêşandanekê de, ku di wê demê xwepêşandanên aştiyane bûn pencemora xwe hiştiye .

Dr. Şêrzad derçûyê zanîngeha Helebê bû, û bi karê xwe wek pizîşk di nexweşxaneyên Helebê de kar dikir.

Di 9 Çileya 2012an de, bi beşdariyek mezin ji xelkê Efrîn, û Helebê termê pakrewan çalakvan Şêrzad Hac Elî ji Helebê berev xaka welêr bi rê ket, û li gundê xwe li Elemdara bi xak hat spartin.

Doseya navborî wek doseyek nenas hat tewandin, Û wek wî bi hezaran dose û serpêhatî li benda sizekirin, û dadgegkirina tawanbaran e, lê bi serbilindî kesên wek Şêrzad navê xwe di dîroka kurdî li Rojavayê Kurdistanê de tomar kir, û sal bi sal bîranîna wî bi serfirazî tê behskirin.

Ş.E

304