5 sal in, PYDê bazirganiyê bi koçberkiriyên Efrînê dike: Em di zîndanê de ne

5 sal in, PYDê bazirganiyê bi koçberkiriyên Efrînê dike: Em di zîndanê de ne

Sep 04 2023

ARK NEWS... 5 Sal in koçberkiriyên Efrînê di rewşeke xerab de dijîn û ne deng ne jî nalîna wan tê bihîstin, ji ber ku weke ew dibêjin di zîndaneke mezin de jiyana xwe derbas dikin.

Koçberkiryên herêma Efrînê, ku ji sala 2018an ve li gundewarê Helebê ku êdî bi Şehbayê tê naskirin hatin bicîkirin, jiyana ku tê re derbas dibin, jiyaneke dijwar û bê xizmetguzarî ye, di her warekî de xemsarî û neguhdan ji aliyê rêveberiya PYDê heye.

Li gorî hejmarek jêder ji kampan taybet dane zanîn ku ew rû bi rûyê hejmareke pirsgirêkan tên weke nebûna xizmetguzariyên tendirustî, belavbûna bêkariyê, û kêmbûna pêdivîyên jiyana rojane weke sûtemeniyên û hin pêdewîstiyên din.

Jêderên ku dane zanîn tekez kirin ku hawîrdora kampan bi destê PYDê hatiye sîmkirin, û kes nikare derkeve yan jî derbas bibe, tenê takerêyeke heye ew jî bi qaçaxî ye, ji bilî wê yekê jî her dem ji aliyê rêjîma Esed û furqeya 4ê ya bi ser rêjîmê ve dorpêçkirî ne, ji ber wê jî bacên giran didin, û weke zîndaneke mezin li wan hatiye.

Derbarê vegerê jêderan bal kişandin ser wê yekê ku di vê dema dawiyê de bi sedan malbat vegeriyane Efrînê, lê bi gujmên pereyên zêde derdikevin û xwe digihînin zêdên xwe, piraniya koçberkiryan dixwazin rêyên aram vebin da ku vegerin ser mal û mulkên xwe, lê redkirina PYDê dibe sedema rêgirêkirinê û têçûna vegerê ya bi dolarên zêde jî yek ji sedemên manê ne.

Ji ber şerê 2018an li Efrînê PYDê zêdetirî 300 hezar kurd neçarî derxistinê kir û derxstin, ta niha li wam kampan dijîn û bûne qurbaniya siyasetên PYDê, ku çavdêr tekez dikin ku ew yek jî dibe sedema guhertina demografiya herêmê, û divê şêniyên Efrînê yên di nava kampan de bi xwe biryara xwe bidin û nebin destekên siyasta PYDê.

230