Teqînek li Efrînê rû da

Teqînek li Efrînê rû da

Jan 10 2023

ARK NEWS... Li bajarê Efrînê, yekem teqîn di sala nû de rû da, ziyan bi tenê madî bûn.

Teqîn li taxa Eşrefiyê ku mezintirîn tax li Efrînê ye, rû daye, tê de ziyanên canî tune bûn lê belê ziyan bi tenê madî bûn.

Li gorî jêderên xwecihî ji Efrînê dane zanîn ku teqîn li nêzîkî çariya Qaban rû daye, ji encama bombeyeke bombirêkirî bû.

Li gorî şopandina ARKê ku ev yekem teqîn di sala nû de rû dide, beriya niha jî bi sedan teqîn rû dane, tê de welatiyên sivîl dibûn qurbanî, serbarî ziyaneke mezin digihişt malûmulkên welatiyên kurd.

Ş.E

207