Rojnamevanekî kurd bawernemaya master li Misrê bi dest xist
Rojnamevanê kurd Mehmûd Îsa, bawernameya master di rojnamegeriyê de ji zanîngeha Elmensûra li Misrê bi dest xwe ve xist.
Roja Yekşemê 26/5/2024 Rojnamevan Mehmûd Îsa lêkolîna xwe ya bi nave "Çareserkirina Malperên Kurdî Ji Kirîza Sûriyê re û rastgoyiya wê li cem cemawerê Sûrî"gengeşe kir, û pileya neyan di lêkolîna xwe de wergirt.
Rojnamevan Mehmûd Îsa ji şêniyên gundê Bîr Nasir yê bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ye, ji sala 2012an ve ji bajarê xwe derketiye û li Herêma Kurdistanê penaber e.
li Herêma Kurdidtanê xwendina xwe berdewam kir û derçûyê kolêja rojnamegeriyê ji zanîngeha Selahedîn ya Hewlêrê ye.
Îsa serkeftina xwe, diyarî giyanê bav û birayê xwe Hecî Elî yê ku li ser destê terorîstên DAIŞê şehîd bûye, kir.
79