li navçeya Raco li Efrînê bi dehan darên zeytûnan hatine birîn
Dec 15 2023
Li Efrîna rojavayê kurdistanê binpêkirinên komên çekdar derheqê sirûşt û desteserkirina mal û milkên welatiyên kurd de berdewam in, herî dawî li gundekî bi ser navçeya Raço ve bi dehan dar hatine birîn.
Jêderek xwecIhî taybet jI ARKê re ragihand ku li zevîyekî nêzîkî bingehe leşkerî ya bi ser grupa Feyleq Elşam ve li gundên Meydana yên bi ser navçeya Raco ve li Efrînê 30 darên zeytûnan hatûn bûrîn.
Jêderê tekez kir ku girûpên çekdar yên li Efrînê bi mebesta bazirganîkirinê bi êzingan daran dibirin, ku nirxê yek ton êzing yên darên zeytûnan dighêje nêzî 150 Dolarê Emerîkî û yên merxan bi 100 Dolarî.
222
