Lavrof: Em hewl didin ku tevgerên ne yasayî li R.Ç.F bi dawî bikin
Apr 24 2019
ARK NEWS: Wezîrê Derve yê Rûsiyê dibêje ew hewl didin ku tevgera ne yasayî li Rojhelatê Çemê Feratê bi dawî bînin.
Sêrgî Lavrof Wezîrê Derve yê Rûsiyê ragihand ku pêwîste hemahengiyek bi hêznavbera welatan de bi serperiştiya Netewên Yekgirtî de were encamdan da ku bi yekcarî terorê ji hemû waran ve were jinavbirin.
Herweha Lavrof derbarê rewşa Sûriyê , Lîbiya , yemen, û tevaya welatan ku nakûkî lê hene got ku pêwîste bi diyalog kirîza wan welatan were çareserkirin û tevaya pêkhate û taîfa bişdariyê di bi rêvebirina welatên xwe de bikin, herweha got ku welatê wî rê nade Sûriyê parçe bibe.
1291
