Emîrên DAIŞê bûne polîsên PYDê

Emîrên DAIŞê bûne polîsên PYDê

Apr 19 2019

Berê emîr û serkirdeyên rêxistna DAIŞ ya terorîst bûn û niha bûne polîsên PYDê yên Trafîkê .

Li bajarokê Ên Îsî yê gundewarê Reqayê, rewşeke nerazîbûn û dilgiraniyê ji aliyê welatiyan ve derketiye holê, sedem jî ew e ku bi dehan polîsên Trafîkê yên PYDê bi xwe berê emîr û serkirdeyên DAIŞê bûn.

Rewangeha Sûriyê ya Mafê Mirovan li ser zarê jêderine xwe belav kiriye ku polîsên Trafîkê yên PYDê li Ên Îsa bi xwe endam û serkirde û emîrIneDAIŞê bûn, lê ji aliyê PYDê û çekdarên Sûriyaya Dîmuqratîk mîna bi sedan ji girtiyên DAIŞê serbest hatine berdan û pişt re tevlî dezgehên PYDê û di nav de jî polîsên Trafîkê bûne.

Li gorî wan jêderan ku ew polîs astengiyan ji welatiyan re durest dikin, bi taybet ji otombîlên kurdan re, herweha astengî û rêgrî û rewşeke nebaş ji welatiyên svîl re di nava bajêr de durust dikin.

Di van herdu salên borî de, PartIya Yekîtiya Dîmuqratîk PYDê bihtirî 1500 ji terorîstên DAIŞê serbest berdane, serbestberdana terorîstên DAIŞê tenê piştî navbênkariyeke hozên deverê yan jî weke lêborîna cejnan yan jî bi destpêşxeriyeke Rêveberiya PYDê tê.

Serbestberdana terorîstên DAIŞê û tevlîbûna wan dinava dezgehên PYDê de hevdemî wê yekê tê ku hîn bihtrî 500 welatiyên svîl yên kurd ku piranya wan ji Kobaniyê ne û ji aliyê DAIŞê ve revandî ne, xwedî çarenivîseke windayî ne.

923