Mesrûr Barzanî: P.K.Kê li pêş bicîkirina pirojeyan li Akrê rêgir e û divê rêz li yasaya Herêma Kurdistanê were girtin

May 23 2023

ARK NEWS... Mesrûr Barzanî serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê duh 22yê Gulana 2023yan li bajarê Akrê bû.

Mesrûr Barzanî serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi mebesta destpêkirina hejmarek pirojeyan li wir bû.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê gotarek pêşkêş kir, tê de behsa hûrguliyên pirojeyan kir.

Mesrûr Barzanî serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez kir ku hebûna P.K.Kê li Akrê bûye rêgir li pêş bicîkirina pirojeyan û vegera şêniyên gundan bo ser mal û mulkên xwe.

Mesrûr Barzanî serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaza ji PKKê ku ku rêzê li yasa û serweriya Herêma Kurdistanê bigirin û nebin rêgir li pêş vegera şêniyên deverê.

Ş.E

239