Siwêda.. Bi sedan banga rûxandina Rêjîmê dikin

Siwêda.. Bi sedan banga rûxandina Rêjîmê dikin

Dec 08 2023

Bi beşdariya hemû çîn û tiwêjên parêzgehê, xwepêşandanên dijî Rêjîma Sûrî li Siwêdayê berdewam dikin.

Îro Înê, 8ê Berçileya 2023yan, bi sedan welatiyên Siwêdayê xwepêşandaneke li qada Elkeramê li dar xist, tê de banga rûxandina Rêjîmê û bicîkirina biryarên navdewletî bo veguhestineke siyasî li Sûriyê kir.

Di Tebaxa borî de, xwepêşandan ji ber xirabûna rewşa aborî li Siwêdayê bi rê ve çûn, piştre asta daxwazan bilind bû û welatiyan banga rûxandina Rêjîmê, bicîkirina biryara 2254 ya Netewên Yekbûyî û serbesberdana girtiyan kir.



138