Nameyek ji Serok Barzanî bo raya giştî
May 10 2020
ARK NEWS... Îro Yekşemê 10ê Gulana 2020an, Serok Mesûd Barzanî peyamek bo raya giştî ya Kurdisitanê belav kir û tê de ragihand, “Ew êrîşa nerewa ya ku li ser pêkhateyên netewî û olî yên Kurdistanê tê kirin, cihê xemgînî û dilgiraniya me ye.”
Peyama Serok Barzanî wiha ye:
“Ew êrîşa nerewa ya ku li ser pêkhateyên netewî û olî yên Kurdistanê tê kirin, cihê xemgînî û dilgiraniya me ye.
Ji ber wê jî radighînim ku em bi hemû şiyanekê piştgîriyê li wan dikin û ew pêkhateyên Kurdistanê beşekî veneqetyayî yê gelê Kurdistanê ne û hemû mafên wan parastî ne.”
616
