Israîl bi mûşekan balafirxaneya Şamê ji kar xist

Israîl bi mûşekan balafirxaneya Şamê ji kar xist

Jan 03 2023

ARK NEWS... Di encama êrîşên Israîlê de, balefirxaneya Şamê ya Navdewletî rawestiya, herweha kuştî û birîndar di nava çekdarên rêjîma Sûriyê de ketin.

Ajansa Sana ya ser bi rêjîma Esed ve ji jêdereke leşkerî veguhestibû, ku demjimêr 2yê berbanga duh 02. 01. 2023, Israîl bi mûşekan balafirxaneya Şamê û derdora wê armanc kirin.

Serbar kir, ku di ancama armanckirinê de, du çekdarên rêjîma hatine kuştin û 2 birîndar ketine serbarî ziyanên madî

Kenaleke Israîlî amaje kirbû, ku tevî zehmetiyê di çarçoveya hemahingiyê di navbera Rûsiya, Îran û rêjîma Sûriyê de, Israîl dixwaze piroseyên xwe yên nihînî li Sûriyê berdwam bike.

164