10 sal in Cemîl Umer ji aliyê PYDê ve revandî ye

10 sal in Cemîl Umer ji aliyê PYDê ve revandî ye

Jul 13 2022

ARK NEWS... Beriya 10 salan, serokê nivîsgeha cîbicîkar di Hêzên Demoqratî ya Kurdî li Sûriyê de, Cemîl Umer Ebû Adil ji bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê hate revandin.

Cemîl Umer Ebû Adil ji destpêka şoreşa Sûriyê ve tevlî xwepêşandanên li djî rêjîma Esed bû, û banga hilweşandina rêjîma Esed dikir.

Ebû Adil jidayîkbûyê bajarê Qamişlo sala1953an e, yek ji damezrênerên Hêzên Demoqratî ya Kurdî li Sûriyê ye, ew bi xwe ji Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê cuda bûbû, û rexneyên tund li PYDê digiritin, lewma hat revandin. Ta niha çarenvîsa wî ne diyar e.

Ş.E

329