Ziman /1/ .. Bandora Zimanên Serdest li ser Zimanê Kurdî

Ziman /1/ .. Bandora Zimanên Serdest li ser Zimanê Kurdî

May 16 2019

Bandora Zimanên Serdest li ser Zimanê Kurdî

Zimanê kurdî mîna her zimanekî di bin bandora zimanên serdest ên derdora wê de mayî ye. Herçend zimanê kurdî zimanekî bindest e û di bin bandora farisî, erebî û tirkî de mayî û bi sedan peyvên bêgane û biyan têde hene, lê dîsa zimanê kurdî karîbû ciyê xwe di nav zimanên zindî de bigirta ji ber ku zimanekî dewlemend, kon û dêrîn e.

Ji aliyekî din ve, tu ziman pak ji sedî sed û di bin banora zimanên din de nemane tune ne. Lewra hemû ziman tev li hev bûne ji hevdu birine û dane hev ji ber gelek sedemên cur bi cur wek sedemên xaknîgarî, dîrokî, olî û famîla zimanî (zimanên ji heman malbetê nêzî hev in).

Bo nimûne li zimanên latînî û elmanî binêrên bi hezaran peyvên hevbeş ji hev birine hene û bi carekê ne şaş û kêmasî ye li ba wan. Herwisa, li zimanên tirkî û farisî binêrên bi hezaran peyvên erebî têde hene herçend ew bi sed salan xwedî deselat in.

Wekî din jî, zimanê înglîzî çiqas zimanekî cîhanî ye û bi bandor û hukarî ye, lê dîsa bi hezaran bêjeyên ji latînî, yûnanî û firansî birine hene.
Lewma, ne alozî û kêmgurî ye ku zimanê kurdî jî ji zimanên din hinek peyv biribin û bibe.

Li gor bandora erebî li ser tirkî û farisî û kurdî gelek heye, zimanê kurdî pir li pêş e û dikare şor û gotinên nû biafrîne ên berê di zimên de tune ne.

Li dawiyê, çênabe em zimanê xwe teng bikin ji ber mînakên navborî li ser gelek zimanan yên ji hevdu birine û dane hev, lê belê divê mirov xwe baş fêrî zimanê xwe bike û karibe peyvên kurdî ji ên biyan ji hevdu bi derxe, hewisa karîgerî û tevlihevbûna zimanan baş nas bike û heya jê tê bi zimanekî kurdî pak û ron binivîse.

Bavê Saman
EFRÎN, di 3/ 10/ 2018

Gotar bi tenê nerîna nivîskar nîşan dide

1883