Jinek û hevjînê wê li Hesekê bi koronayê ketin
Apr 30 2020
ARK NEWS... Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, du kes bi vayrosa koronayê ketin û duh 29ê Nîsanê bi fermî hatin ragihandin.
Li gor Desteya Tendirustiya PYDê ragihandiye ku du rewşên koronayê li Hesekê hatine tomarkirin.
Heman jêderê tekez kir ku herdu pêketiyên koronayê jinek û hevjînê wê ye. Biryar e taxa Kelasê bi temamî were kerentînekirin.
Li gor agahiyên ber destê ARKê ketine ku li bajarê Dibêsiyê jî 4 rewşên koronayê hene, lê nehatine ragihandin.
Ş.E
334