Serok Barzanî 63 saliya derkeftina Rojnameya Xebat bi bîr anî

Serok Barzanî 63 saliya derkeftina Rojnameya Xebat bi bîr anî

Apr 05 2022

Peyama pîrozbahiya Serok Barzanî ya bi helkefta 63 saliya Rojnameya Xebat

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Birêzan, sernivîskar û rojnamevan û karmendên Rojnameya Xebat

Bi helkefta bîranîna şêst û sê saliya bi eşkere derçûna Rojnameya Xebat germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî we yên ezîz dikim û hêviya berdewamî û pêşketinê ji bo we dixwazim.

Li dîroka tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê da, Rojnameya Xebat her dem mînbereke resenê gihandina peyama rasteqîne û aştîxwaziya gelê me bûye û heta niha jî ev rojname li bergirîkirina destkeftên neteweyî û niştimaniyan da roleke xwe ya pêşengane heye û pîşeyîyane pêgirê yasa û karê rojnamevaniyê bûye.

Rojnameya Xebat li rêza pêş daye û herdem rastgoyane li ser bilind kirina asta hişyariya neteweyî û pêkvejiyanê kar kiriye. Li salvegera bi eşkere derçûna Rojnameya Xebat da destxweşiyê li we dikim û hêviya serkeftinê ji bo we dixwazim.

Mesûd Barzanî
04.04.2022

436