Nameya serxweşiyê ya Serok Barzanî ji bo xelkê Seqizê
ARK NEWS .. Piştî rûdana teqîna şûşeyên xazê li
holeke şahiyan li bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê, ku di encamê de, hijmarek ji beşdarbûyan jiyana xwe ji dest da, û hijmarek bırîndar bû, îro, roja Înê, 6ê Berçileya 2019an, Serok Mesûd Barzanî nameyeke serxweşiyê ji şêniyên wî bajarî re şand.
Naveroka nameya Serok Barzanî ev e:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi mixabiniyeke zêde ve şeva derbasbûyî li encama rûdanekî diltezîn ya li holekî dawet û hevjîniyê ya li bajarê Seqizê hejmarek hemwelatiyên vî bajarî canê xwe destda û hejmareke din jî birîndar bûn.
Bi vê helkefta xemgîn de pirse û serexweşiya xwe pêşkêşî kesukarên qurbaniyên wê rûdana diltezîn dikim û hêviya başbûna bi lez jî ji bo birîndaran dixwazim û xwe bi hevbeşê xema hemwelatiyên xweşdiviyê bajarê Seqizê dizanim.
Mesûd Barzanî
06.12.2019
450
