834 qurbanî.. Mezintirîn hejmara qurbaniyên mayîn û paşmayên şer li Sûriyê hat tomarkirin
Rêxistina çavdêriya mayînên çandî (Mine Action Review) raporta xwe ya salane derbarê bikaranîna mayînan li cîhanê ya ku sala 2022yan û nîvê yekê ji sala 2023yan li xwe digre, derxist.
Ev raport jî wek bingehe ji karê rêxistinkirî yê 164 welatên ku li ser peymana Otawa ya qedexekirina bikaranîna mayînên li dijî kesan (APMBC) û peymana çekên kêmawî (CCM) êmzekirine ye.
Raportê eşkere kir ku bo sala Sêyem li pey hev, mezintirîn hejmara qurbaniyên nû yên mayîn û paşmayên şer li Sûriyê hat tomarkirn ku 834 kes di navbera kuştî û birîndar de li seranserê Sûriyê bûne qurbanî.
(Mine Action Review) çavdêriya belavbûna mayîn û çekên kêmawî li seranserê cîhanê dike, ji bo bicîkirina temamî ji xalên peymana Otawa re.
Belavbûna mayîn û paşmayên şer li Sûriyê gefê li sivîl û jîngehê dixwe, cotkar û zarok jî ziyandîtiyên herî mezin yên mayîn û paşmayên şer in.
278
