Bi çavdêriya Mesrûr Barzanî, sêyemîn hevdîtina navneteweyî a Hewlêrê ji bo karên rojnamevaniyê birêve diçe

Bi çavdêriya Mesrûr Barzanî, sêyemîn hevdîtina navneteweyî a Hewlêrê ji bo karên rojnamevaniyê birêve diçe

Apr 19 2024

Çavdêriya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistan birêz Mesrûr Barzanî, di rojên 22 heta 23ê Nîsana 2024’an li hotela Şeraton li bajarê Hewlêrê û Sendîkaya Rojnamevanî a Kurdistanê, ‘’bi diruşma parastina jiyana rojnamevan(IFJ) hemahengiya li gel Lijneya Zayendî a rojnamevaniyê li cudakariya zayendî’’, sêyemîn hevdîtina navneteweyî ya Hewlêrê ji bo karên ronjamevaniyê, bi amadebûna hejmarek ji mêvanên biyanî û hejmareke zêde ji ronamevan û aliyên pêywendîdar birêve diçe.

Rojnamevanê Kurdistan, Azad Hemedemîn Neqîbî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Lijneya Zayendî, lijneyeke navneteweyî ye ku amadekariyê ji bo hemahengî kirina li gel Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê (IFJ) bo birêveçûna wê hevdîtinê ragehandiye û ev hevdîtine îsal, hevdîtina sêyemîn a Hewlêrê ye ku hejmareke zêde ya mêvanên biyanî û rojnamevan û aliyên pêywendîdar ji bo mijar û panelên wê hevdîtinê hatine vexwandin û di 126emîn salvegera destpêka karvanê roja rojnamevaniya kurdî de birêve diçe.’’

Rojnamevan Neqîbî herwaha ragehand, hevdîtin dê di bin çavdêriya Serokwezîr Mesrûr Barzanî de li hotêla Şeraton a Hewlêrê were lidarxistin.

Herwaha got: ‘’Di hevdîtinê de biryare çend gotar û panêlek di derbarê pirsgirêka zayendî û cudakariya zayendî di karên rojnamevaniyê de dê bin pêşkêşkirin, ku eve sêyemîn hevdîtine û berê 2 hevdîtinên din her di derbarê pirsgirêka karê rojnamevaniyê li bajarê Hewlêrê birêve çûbûn.’’

45