NAMEYEK JI BO PIŞTGIRIYA KENALA RÊBAZ

NAMEYEK JI BO PIŞTGIRIYA KENALA RÊBAZ

May 25 2022

NAMEYEK JI BO PIŞTGIRIYA KENALA RÊBAZ
INAYET DIKO

- Piştî ewqas zerar, û rûxandin û şikestinên dîrokî li pey hev û têkçûnyînên mezin di warê siyasî û netewî de, li ser destên van kesan.

- Piştî ew bikeftinên berçav di pêşengî û rêvebriya civaka kurdî de li Kurdistana Sûriyê, û tevlîbûnên li gel hevbendiya dijminên kurdan û bin pêkirina hemî şert û mercên giştî yên kurdewariyê.

- Piştî ku ew bûn sebeb ê sedemek sereke ji bo windakirina Efrîn, Şengal, Serê Kaniye û Girê Spî, û heşargekirina gelê me yê Kurdaxê wek rehîneke siyasî di destên xwe de.

- Piştî ew şerê wan yê vekirî li dijî Pêşmergeyan li Kurdistana Iraqê, û metirsiya rasterast ya teqandina boriyên petrolê û xistin û gefên li aboriya Kurdistanê dikin. Divê ev kes bêne hişyar kirin.

- Li şûna ku werin û siyaset û kiryarên xwe yên erzan li ser erdê binirxînin û bighurin, Mixabin, em dibînin ku rojane agirê dijîtiya mala kurdî gurr û bilind dikin.

- Duh, di nava alavên şerên têkçûyî de, girûpa Partiya PKK êrişî ofîsa ragihandinê ya kanala medyayî ya RÊBAZ li bajarê Zaxo yê Kurdistana kirin.

- Li vir û ji prensîba xebata ji bo gihandina rastiyê û tiştên ku li ser erdê diqewimin û gotina rast û berjewendiyên bilind yên gelê Kurd, Em vê êrîşa ne rewa ya li ser ofîsa ragihandinê ya kanala RÊBAZ li bajarê Zaxo, Em şermezar bikin. û em ji bo xebatkar, karmend û hevkarên kanala RÊBAZ ê, Em piştgiriya xwe didin nîşandan, û dibêjin: ku ragihandina rastiyê bi wêrekî, wê bedel ê qurbaniyê xwe jî hebin, û ew jî bi xwe, rawengeh û mertal û nîşane me hemiyane.
Her sax bin
Her bejin bilind bin


Gotar bi tenê nerîna nivîskar nîşan dide

372