135 malbatên Efrînê rastî gefa kuştinê tên

135 malbatên Efrînê rastî gefa kuştinê tên

May 15 2021

ARK NEWS... 135 malbat ji navçeya Bilibê ya herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê, ji malên xwe dûr in, û malên wan li Bilbilê ji aliyê komên çekdar ve hatin desteserkirin.

Ji dema ku komîta vegerandina mafan û rewestandina zordarî û stemkariyan li Efrînê hatiye avakirin, da ku şêniyên kurd giliyên xwe pêşkêş bikin, û mal û mulkên xwe vegerînin, ji wê demê ve bi sedan malbatên kurd giliyên xwe pêşkêş kirine da ku mafên xwe bi dest xwe ve bînin, lê piraniya rewşan fermader û serkirdeyên çekaran, gefan didin li her kesekî banga mafên xwe bike.

Bi tenê li navçeya Bilbilê bêtir 135 malbatî niha li navenda bajarê Efrînî niştecî bûne, û çekdarên Sultan Mûrad destê xwe danîne ser malên wan û nahêlin vegerin.

Di vê derbarê de, hin tomarên dengî bi destê ARKê ketine lê ji ber rêkarên ewlehî û metirsiya li ser jiyana wan, nexwestin dengê wan were weşandin, tê de dibêjin ku komîta vegerandina mafan ji demekê ve soza radestkirina malên 135 malbatî ji navçeya Bilibilê dane wan, tevî ku molata ku ji wan re hatiye destnîşankirin, hîn jî mal nehatine vegerandin.

Berûvajî wê yekê jî li şûna radestkirinê, fermandarê di çekdarên Sultan Mûrad de bi navê Erab Idrîsî geva kuştinê li wan malbatan kir eger careke din banga vegerandina malên xwe bikin.

Her di vê derbarê de, û berdewamiya kiryarên nemirovî di dermafê kurdên li ser axa xwe mane, çekdaêrn Lîwa Elşemal, li gundê Avrazê yê navçeya Mabata welatiyê bitemen Mihemed Nesan û malbata wî ve ji mla derxist û mal desteser kir.

Li gorî agahiyên bi destê ARKê ketine, ji bilî desteserkirinê, çekdarên navbûrî bi şêweyekî dûr ji mirovatiyê û pirensîpan li welatiyê bitemen da, tevî ku rewşa wî ya tendirustî ne baş e, û tûşî gelek nexwşiyan e.

Çalakvan ji Efrînê tekez dikin ku bi hezaran mal, û mulkên kurdan li bajarê Efrînê û 7 navçe û bi sedan gund hatine desteserkirin, erebên hewirde jî malbtên xwe tê bi cî kirine, û sûdmendê zevî, kargeh, û dukanên bazirganî ne. Ji ber wê yekê komteyek bi navê Red Elmezalim hate damezrandin, lê belê li ber çavê wê komîteyê karê dizî û desteserkirinê tê encamdan, rêjeyek kêm ji mafan ji bo welatiyên kurd tê vegerandin.

Ş.E

562