Serok Barzanî li gel Serkirdayetiya PDK-S civiya

Serok Barzanî li gel Serkirdayetiya PDK-S civiya

Jun 20 2019

ARK NEWS .. Îro Pênşemê 20.06.2019 li Selahedîn Serok Mesûd Barzanî li gel Sekreter û endamên Serkirdayetiya Partiya Demoqrata Kurdistan-Sûriye civiya.

Di civînê de, Sekreterê PDK-S Siûd Mela kurteyek li ser rewşa siyasî ya Sûriyê û rewşa hemwelatiyên kurd û pêşhateyên dawiyê pêşkêş kir herweha behsa siyaset û kar û çalakiyên PDK-S yên siyasî jî kir. Herweha spasiya Serok Barzanî kir ku ji destpêka kirîza Sûriyê û hatina DAIŞê piştevanê Gelê Kurd li Sûriyê bûye û got ku ew yek ji bo Gelê Kurd li Sûriyê hêviyeke mezin e.

Her di civînê de, Serok Barzanî behsa rewşa siyasî li ser asta herêmî û navdewletî kir û nîgeraniya xwe derbarê pêşeroja Gelê Kurd li Sûriyê nîşan da û amojgariya xwe pêşkêş kir. Herweha Serok Barzanî spasiya xweragiriya endam û alîgirên Partiya Demoqrata Kurdistan-Sûriye û hemwelatiyên kurd li Sûriyê kir û daxwaz kir ku herdem bi omîd û vîneke bihêz bimînin.

919