PDK-Sê cejna Newrozê û sersala kurdî li gelê kurd û tevaya gelan pîroz kir
ARK NEWS... Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriyê, îro 20î Adara 2022yan pîrozbahî bi hatina cejna Newrozê belav kir, tê de pîrozbahî ji gelî kurd re pêşkêş kirin.
Komîta Navendî ya PDK-Sê di nameya xwe de pîrozbahiyên germ bi hatina cejna Newrozê û sersala kurdî ji gelê kurd û hemû gelên azadîxwaz û hezkirê biratî û pêkvajiyana aramî û aştî re pêşkêş kirin, û got: Newroz cejna azadî û aştiyê ye, herwiha cejneke dîrokî ji gelê kurd û çendîn gelên din re ye, ku di wê cejnê û bi destpêkirina buharê re, bi hev re dibin yek û hevdu digirin.
PDK-Sê wiha gotiye: Newroz cejna herdemîn e, tê de banga lêbûrîn, û pêkvejiyanê dikin, herwiha cejneke pêşerojê ye, hêvî dikin ku di rêya Newrozê re, piştî stem û zordariyê em bi rojeke xweş tijî dadwerî û wekhevî şa bibin.
PDK-Sê di peyama xwe de daxwaz kir ku Newroza îsal bibe henderek ji bo têgihiştin û hevgirtinê ji bo bidawîanîna êş û derdeseriya gelê Sûriyê, ew jî bi damezrandina welatekî yekgirtî û demoqratîk, tê de hemû pêkahate bi bê cudahiyên li ser bingeha netewî, olî û mezhebî bijîn, û her kesek bi erkê xwe di xizmetkirina welêt de rabe.
Di dawiyê de PDK-Sê silav ji canê pakrewanên Newrozê, tevaya pakrewanên gelê kurd, pakrewanên şoreşa Sûriyê, Pêşmergeyên qehreman, Barzaniyê nemir, Îdrîsê herdem sax, û ji hemû girtî û revandiyên di zîndanan re şandin.
Ş.E
293