Xuleke ragihandinê li Hewlêrê bi dawî hat
ARK NEWS .. Li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê, duh roja Şemiyê, ،14ê Berçileya 2019an, xuleke ragihandinê bi dawî hat, ku di wê xulê de, hijmarek ji rojnamevanên Rojavayê Kurdistanê, Herêma Kurdistanê û Iraqê beşdar kiribûn.
Xula ragihandinê li jêr navê "Rahênana Selametiya Ragihandî" bi rê ve çû, û bi serpireştiya Yekîtiya Navdewletî ya Rojnamevanan, û bi hemahengî bi Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê bû.
Xul du rojan dirêj kir, û ji aliyê pispor û rojnamevan Mihemed Eqrawî, endamê Yekîtiya Navdewletî ya Rojnamevanan, herwiha endamê Komîta Berevaniya di ber Azadiya Rojnamevanan di Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê de, hate pêşkêşkirin.
Li ser vê mijarê, navbûrî ji Dezgeha ARKê re da zanîn: Xula Selametiya Rojnamevan gelek girîng e, bi taybet piştî şehîdbûna hijmarek ji rojnamevanan, û divê rojnamevan xwe biparêzin.
Eqrawî ameje pê kir: Di rojên bê de, em dê xulên bi vî awayî bi rê ve bibin, ku xuleke me li kampa Domîz ya penaberên Rojavayê Kurdistanê, ya li Duhokê heye.
Ji aliyê xwe ve, Hakim Azad Neqîbê Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê, gotarek di dawiya xulê pêşkêş kir, tê de behsa girîngiya birêxistina xulên weha kir, piştre guhê xwe da nerîn û pirs û pisgirêkên beşdarbûyan.
Di dawiya xulê de, bawername li ser rojnamevanên beşdar de, hatin belavkirin.
Ş.E
510
