PANORAMA .. 2019an bi zordarî û sitemkarî li ser şêniyên Efrînê re derbas bû

PANORAMA .. 2019an bi zordarî û sitemkarî li ser şêniyên Efrînê re derbas bû

Dec 31 2019

ARK NEWS .. Salek din li ser Herêma Efrîna Roajvayê re derbas bû, lê tu cûdahî navbera sala 2018an û 19an de, tune bû, berûvajî wê yekê, salek tejî binpêkirin, tawan, kiryarên nemirovî, û nerewiştî, di dermafê herêmê û sivîlên wê de, bû.

Di sala 2019an de ji serê salê de ta dawiya salê, binpêkirin mîna kuştina di bin eşkenceyê de, revandina xort û keçan, sepandina bacan, bicîkirina ereban li şûna Kurdan, û guhertina demoxrafî, û dizî û bazirganî bi şûnwarên herêmê, hatin encamdan.
Ji bilî wê, di her dem û demekê de, teqîn rû didan û mûşek û rûkêt li ser taxên bajêr de dihat barandin, herwiha dar û zeviyên Kurdan bi hemahengî bi ereban re, dihat şewitandin, û daristan û merx û darên çiyayî û zûtûnan dihatin birîn û weke êzing dihatin firotin, û ji ber erzankirina nirxê berheman çotkara, rastî ziyan û derdanê hatin.

Li gor şopandin û belgekirina Dezgeha ARKê, ji tawanan re wiha hatine belgekirin
Di 16ê Çileya 2019an, termê Egîd Şêx Hesen yê ji gundê Avrazê hate dîtin li ser temê wî şûna lêdan û eşkenceyê hebû
Di 22 heman heyvê, Mehimed Eter di bin eşkenceyê de li gundê Meydan Ekbes, bi destê Ehrar Elşam şehîd bû
Di 11ê Sibatê de, welatiyê bitemen Elî Qelendir yê 80 salî ku ji gundê Qenterê yê bi guleya çekdarekî Cebha Şamiyê, şehîd bû,
Xweşnav Henan, 34 salî ji gundê Berbenê ku bi xwe berber bû, termê wî di 6ê Adarê de, li mal hate dîtin.
19ê Gulanê, welatiyê bitemen Mihemed Ibrahîm, ji ber birînên xwe şehîd bû, ku beriya wê ji aliyê çekdarênSultan Mûrad ve hatibû eşkencekirin.
22ê heman heyvê, Reşîd Hemîd Xelîl, yê ji gundê Bêlê, li ser destê Ehrah Elşerqiyê şehîd bû
Di 28ê heman heyva Gulanê, Silêma Tobal, ji ber pevçûnên çekdaran, rastî guleyekê hat û şehîd bû
Di 8ê Hizêranê de, Ebdo Şêx Bîlal ji gundê Şêx Ehmed, û Henan Henan ku ew jî ji heman gundî ye, termên wan ki ser Raco hatin dîtin, ku bi destê erebekî şehîd bûne.
Ebdo Îbrahîm 27 salî ji gundê Kaxrê, li ser destê Emşat hete şehîdkirin
Şeref Eldîn Sîdo di 22ê Hizêranê de şehîd bû ku rastî eşkenceyê hatibû.
24ê Hizêranê, Rustem Sîdo ji gundê Axcelê şewirtî hate dîtin
Di 19ê Tîrmehê de, Elî Ebûd ku ereb e, dema girtina ser mala wî, şehîd bû
Husên Mihemed Hemo, di bin eşkenceyê de, li zîndanên Hemzat de, şehîd bû.
Welatiyê bitemen Muhyedîn Elî Oso ji gundê Qitmê, di 28ê Tebaxê de şehîd bû.
Heewiha hevjîna wî Hûriyê ji ber birînên xwe di 6ê Êlûnê de, şehîd bû
Di 17ê Êlûnê de, Mihemed Henîf Hisî di bin eşkenceyê de di zîndanên Raco şehîd bû
Di 3ê Cotmehê de, Şukrî Mustefa yê 60 salî, piştî 20 rojan ji eşkenceyê ji aliyê Cebha Şamiyê ve, şehîd bû.
Di 4ê heman heyvê de, Ednan Reşîd Emîr, yê ji gundê Meydankê di mala xwe şehîd bû
Di 29ê Cotmehê de, jina Kurd ya bi navê Zêneb Mustefa bû qurbaniya teqîna Cindirêsê û şehîd bû
Di 5ê Mijdarê de, Silêman Hemko yê bitemen ji gundê Kanîgewrikê rastî êrîşekê ji aliyê çekdarên Hemze û Ceyş Elşerqiyê ve, şehîd bû.
Di 18ê heman heyvê de, termê keça Kurd Nêrgiz Dewûd, ji gundê Kîmarê, li gel termê erebekî hate dîtin
Di heyve Berçile de, Mihemed Bekir Husên ji gundê Dumilya li Idlibê ji aliyê Eniya Elnusra ve şehîd bû.

Ji bilî şehîdbûna kesên navbûrî, gelek curên binpêkirina hatin belgekirin, wek kenala Elerebiyê gotiye ku gorek bikom li zîndana çekdarên Sultan Mûrad de hatin eşkerekirin.
Herwiha welatiyê kêmendam Aras ji gundê Qestelê Cindo rastî pistirîn û xeraptirîn curên eşkenceyê hat ew jî xazûqa usmaniyan e,
Li aliyekî din bi sedan ji ciwanên Kurd dihatin revandin, li hember serbestberdanê gujmey dolar didan, hîn jî çarenivîsa bi sedan ne diyar e, û bo yekem car zîndankirina ta dawiya jiyanê li ser 9 welatiyên Kurd sepandin

Li asta rewşa derbiderên Efrînê, di 2ê Berçileya 2019an de, Komkujiyek di dermafê zarokan de hate encamdan, tê de 16 zarok navbera şehîd û birîndar de ketin.

Li nava kampan de jî di 19ê Çileyê zaroka bi navê Rocîn Ebdulqadir ya 16 salî ji gundê Eşûnê ji aliyê PYDê ve hate revandin, di 25ê Cotmehê de, weke şehîd hate ragihandin ku di şerê Serê Kaniyê de şehîd bûye.

Di 16ê Berçile de, heman aliyê zarokê bi nave Nezîr Hesen 15 salî revand.
Di 3ê Tîrmehê de, zarokê bi navê Ehmed Cabo hate revandin tevî serbestderdanê, 2 carê din hate revandin.

Sala 2019an de weke karesat li ser şêniyên Efrînê re herwiha li ser derbideran re derbas bû, tevî nêzîkî du salan dibe ku Turkiyê û girûpên çekdar, destê xwe danîne ser herêmê lê erwş berev xerapbûnê ve diçe, dawîn heyv ji salê bû heyva bicîkirina ereban ku bi wê yekê piraniya nişteciyên wî bûne ereb û êdî Kurd bûne kêmnetew.

Ş.E



885