Penaberê Kurd li gundê xwe bi xakê hate spartin

Penaberê Kurd li gundê xwe bi xakê hate spartin

Dec 26 2019

ARK NEWS .. Penaberekî kurdê Rojavayê Kurdistanê li bajarê Zaxo di encama bûyereke hatinûçûnê de jiyana xwe ji dest da. Duh jî 25ê Berçileya 2019an li gundê xwe bi xakê hate spartin.

Derengiya şevê, penaberê kurd yê bi navê Faris Mihsin Tehlo, ku xelkê gundê Erûr yê ser bi bajarokê Girkê Legê yê Dêrika Rojavayê Kurdistanê ye, di encama bûyereke hatinûçûnê de li bajarê Zaxo jiyana xwe ji dest da .

Faris Mihsin Tehlo 25 salî ye, xêzandar bû, û bavê zarokekî ye , roja Çarşemê, termê wî di rêya dergehê Sêmalka, bo Rojavayê Kurdistanê, û bi amedebûna endamên nivîsgeha Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya hate veguhastin , û li gundê xwe bi xakê hate spartin.



508