Kî zarokan direvîne? Ciwanên Şoreşger in yan HSDê ye? Kî berpirs e gelo?

Kî zarokan direvîne? Ciwanên Şoreşger in yan HSDê ye? Kî berpirs e gelo?

Dec 21 2021

Kî zarokan direvîne? Ciwanên Şoreşger in yan HSDê ye? Kî berpirs e gelo? Revendina zarokan bi çi mebestekê tê encamdan?
Şêxo Efrînî

Ciwanên Şoreşger li Rojavayê Kurdistanê û deverên di bin destê PYDê de bi sedan zarok revandine, bi tenê di vê dema dawiyê de navê bi dehan diyar bûne ku ji aliyê wê rêxistinê ve hatine revandin.

Ciwanên Şoreşger kî ne?
Ciwanên Şoreşger yek ji rêxistinên rêveberiya PYDê ye, lê erkê xwe cuda ye, ji dema damezrandinê ta niha ji bo revandina zarokan, têkdana rewşê, şewtandina nivîsgehan, terorkirina siyasî hatine bikaranîn, deshelatdariya wê bi ser her alî û rêxistinekê re ye û jê bihêztir e; ku ew rêxistin yekser ferman û biryarên xwe ji Qendîlê werdigire.

Kî berpirs e?
Peyvek heye dibêje: Bêdengiya te li ser tawanê, weke beşdarbûna te di Tawanê de ye, wate bêdengbûna HSDê bi fermandariya xwe Mezlûm Kobanê cihê pirsê û gumanê ye; Mezlûm Kobanê yê ku di sala 2019an de bi Vêrcîniya Gamba re, berpirsa karûbarên zarokan di Netewên Yekgirtî de rêkeftinek îmze kiriye, tê de li xwe girtiye ku êdî zarokan leşker nake û her zarokek jêr 18 salî be dê serbest berde.

Piştî wê rêkeftinê nivîsgehên parastina zarokan li hin bajarên Rojavayê Kurdistanê vebûn, tê de derfet dan ku kesûkarên zarokan giliyên xwe pêşkêş bikin û zarokên xwe yên revandî vegerînin. Di rastiyê de çend zarok hatin vegerandin, lê bi sedan ji daxwazên malbatan hatin paşguhxistin, ji ber ku vekirina wan nivîsgehan ji bo spîkirina rûyê HSDê ye, û dibe xuyakirin ku kar li ser vegerandin zarokan dike.

HSDê xwe dibîne weke bihêztirîn deshelat li Rojavayê Kurdistanê, lewma berpirsiyaretî di stûyê wê de ye, her zarokek tê revandin HSDê berpirs e, eger HSDê bi rola xwe baş rabe bêguman tu zarok nayên revandin, hêzek ji 100 hezar çekdar û endam pêk tê çi pêwîstiya wê bi zarokên jêr 18 salî heye?

Gelek ji me gunehê tenê dixin stûyê Ciwanên Şoreşger, û HSDê bêguneh derdixînin, ew yek şaş e ji ber ku HSDê desthelatdar e? Me xwestî nexwestiye, bi şêweyekî fermî hebûna PKKê li Rojavayê Kurdistanê nehatiye ragihandin, lewma zarokên têne revandin HSDê direvîne û ew berpirs e? Eger bi erkê xwe jî ranebe divê derkeve û ji raya giştî re bide xuyakirin ku PKKê deshelatdar e û tu rol û bandora wê li Rojavayê Kurdistanê tune ye.

Erkê malbatan çî ye?
Malbatên zarokan revandî divê bêdeng nemînin, bi berdewam derkevin mangirtin û xwepêşandanan, rast e di heyva bûrî de 3 mangirtin derketin, 2 li Qamişlo û yek li Amûdê, lê ew yek ne bes e, me dît ku çawa mangirtina dawiyê têk dan û nehiştin biçe serî, lê encamên wê baş in, ku êdî dîwarê tirsê şikest. Herweha tevgera kurdî, rojnamevan, nivîskar divê bêden nemînin, yan eger yek axivî nebêje zarok birine!! Zarokan bi razîbûna xwe tevlî bûne!!! Zarokê 13 salî 14 salî çi fêm dikin heta ku tu bibêjî bi xwe tevlî bûne. Bi hev re divê rê li ber vê diyardeya metirsîdar bê girtin.


Gotar bi tenê nerîna nivîskar nîşan dide

722