Ev mijar û babet di civînê de hatin gotûbêjkirin

Ev mijar û babet di civînê de hatin gotûbêjkirin

Dec 10 2019

ARK NEWS .. Duh roja Duşemê, 9ê Berçileya 2019an, li Moskoya paytexta Rûsiyê, şandeke pilebilind ji Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê ENKSê, bi Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsiyê, Mîxeîl Bogdanof re civiya.

Jêdereke taybet ji Dezgeha ARKê re ragihand: Di civînê de, rewş û pêşhateyên Rojavayê Kurdistanê, Sûriyê, Komîta Destûrî, û hin mijar û babetên girêdayî bi kirîza Sûriyê re gotûbêj kirin.

Şanda ENKSê ji her yek ji Kamîran Haco, Serokê Nivîsgeha Peywendiyên Derve ya ENKSê, û herdu endamên Nivîsgehê Ibrahîm Biro, û Ismaîl Hesaf pêk dihat.

Ş.E

437