5 sal li ser şehîdbûna 4 Pêşmergeyên Roj re derbas dibin

5 sal li ser şehîdbûna 4 Pêşmergeyên Roj re derbas dibin

Jan 07 2020

ARK NEWS .. Îro, roja Sêşemê, 7ê Çileya 2020î, 5 sal li ser şehîdbûna 4 Pêşmergeyên Roj re derbas dibin ku di şerê DAIŞê de şehîd bûne.

Hûrguliyên çîroka şehîdbûnê ev in:

Di 7ê Çileya sala 2015an de, 4 Pêşmergeyên Leşkerê Roj li Herêma Kurdistanê de, di şerê mezintirîn rêxistina terorê li cîhanêm rêxistina DAIŞa teror xwe kirin cangoriya xaka welatê pîroz, û navê xwe di nav pakrewanan de tomar kirin .

Pakrewan Besam Xelef, Basil Hacî Hacî, Xemgîn Qedrî, Emgiyan Badînî, roja Çarşemê di 7ê mehê ji sala 2015an, li dibistana Xerayic li navçeya Tilefir li Herêma Kurdistanê bûne qurbanî û şehîd bûn.

Rêxistina DAIŞa teror di rêya otombîleke leşkerî ji curî Hamir, xaleke kombûneke hêzên Pêşmergryên Roj li gundê Birhêwe li navçeya Tilefer kir armanc, di encam de her çar Pêşmergeyên Leşkerê Roj şehîd bûn.

Nav û zêdên Pêşmergeyan:

Pakrewan Besam Mihemed Xelef ji gundê Girziyaretê Çolê, yê ser bi Girkê Legê yê Dêrika Rojavayê Kurdistanê ye.

Basil Hacî Hacî ji gundê Til Xinzîr yê ser Dêrika Rojavayê Kurdistanê ye .

Xemgîn Qedrî Osman ji gundê Dîrona Qulinga yê ser Dêrika Rojavayê Kurdistanê ye.

Emgiyan Mustefa Badînî ji taxa Muftî ya bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ye .

Di 8ê Çileya sala 2015an, ango piştî şehîdbûna wan bi rojekê ji bo Rojavayê Kurdistanê hatin rêkirin, û li dergehê Sêmalka yê hevînor navbera Rojava û Herêma Kurdistanê de, bi hezaran ji şêniyên Rojavayê Kurdistanê pêşewazî li cinazeya şehîdan kir.

Herwiha şêniyek mezin xatira xwe ji wan Pêşmergeyan li Herêma Kurdistanê li pêş nexweşxaneya Pizîşka Dadwerî li parêzgeha Duhokê xwestin û bi cenazeyan re ta sînorê Rojavyê Kurdistanê çûn .

Ji bilî penaberên Rojavayê Kurdistanê serkirdeyên Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê û Partiy Demoqrata Kurdistan Sûriya û berpirsê nivîsgeha peywendiyan ya PDKSê li Hewlêrê amede bûn .

Her çar Pêşmergeyên Leşkerê Roj li nav xaka xwe, li Rojavayê Kurdistanê bi xak hatin spartin .

Hêzên pêşmergeyên Roj ji ciwan û keçên Rojavayê Kurdistanê pêk tên,û li herêma Kurdistanê ketin meşq û rahênanê de. Di şerê DAIŞa teror û Heşda Şabî li kêlek hêzên Pêşmerge şerê wan herdu dagîrkeran kir, û bi dehan ji wê hêzê di şerê berevaniya Kurdistanê de, şehîd bûn û navên xwe bi serbilindî û şanaziyeke mazin tomar kirin .

Ş.E

316