Ji bona mixalefetek xurt ya neteweyî modelek nû pêwîst e (I)

Ji bona mixalefetek xurt ya neteweyî modelek nû pêwîst e (I)

Jan 06 2022

Îbrahîm GUÇLU

Nêrînên min yên di derbarê mixalefeteke xûrt ya neteweyî de hîç şik tune ye ku di derbarê Bakûrê Kurdistanê de ye. Ez baş dizaim ku pisgirêke mixalefetê li Rojavayê Kurdistanê û li Rojhelata Kurdistanê jî heye. Lê di ew du beşên Kurdistanê de mixalefeteke xûrt ya neteweyî divê ji aliyê partî û rêxistinên û kurdpewerên wan beşan bê çareser kirin.

Neteweya kurd li Tirkiyeyê ji hemû mafên xwe bê par e. Mafên neteweyî 100 sale ku ji aliyê Dewleta Kemalîst ya Tirk ve hatine xesip kirin. Kurdistan hatiye îşxal û îlxak kirin. Kurd, li welatê xwe Kurdistanê ne desthilatdar in jî. Qedera neteweya me kurd bi neteweya Tirk re girêdayî ye. Yanî qedera me ji aliyê me de ne, ji aliyê neteweya Tirk ve tê tespît û tayin kirin.

Li Kurdistanê ji sîstema klasîk ya kolonyalîst xirabtir sîstemek heye. Lewra tê zanîn ku di sîstema klasîk yên kolonyalîst de hebûna neteweyan nayê înkar kirin. Hêjayiyên neteweyî nayê qedexe kirin. Neteweyên bindest dikarin hêjayiyên xwe bi kar bînin û pêşve bibin. Di sîstema kolonyalîst ya Dewleta Tirk de neteweya kurd û welatê wan Kurdistan tune tê qebûl kirin. Ziman û çanda wan qedexe ye û tune tê qebûl kirin.

Dîsa di sîstemê klasîk yên kolonyalîst de neteweyên bindest mafên xwe bi riyeke aşitî û demokratîk û heq-hiqûq û edaletê de dikarin bînin ser zimên, ji desthilatdaran mafên xwe daxwaz bikin. Hezar mixabin daxwazên neteweya kurd bi qetlîaman bersîv bûn. Bi sedhezaran kurd hatin kûştin. Kurdistan ji bona ku ji kurdan vala bibe sirgûneke kîtlewî pêk anîn. Serokên Kurdan bi tevayî kûştin.

Dewleta Tirk ya kolonyalîst ji bona xwe vê sîstemê bidomîne li hemberî Tevgera Neteweyî ya Bakurê Kurdistanê wek apareteke xwe û wek rêxistienek kont-gerîllayê PKK jî ava kir. Bi hev re din av pêvajoyekê de Tevgera Neteweyî ya Kurdistanê tasfiye kirin.

Tasfiyekirina Tevgera Neteweyî ya Bakurê Kurdistanê di çend qonaxan re derbas bû.

Qonaxa yekemîn: Di navbeya salên 1975-80yî de bû. Devlet bi xwe êrîşî kurdan Tevgera Neteweyî ya kurd kirin, ew ji bona xwe bes nedît, PKK li ser navê kurdan rêxist, bi destê PKKê jî ji bona ku Tevgera Neteweyî ya Kurd tasfiye bibe, êrîş da kirin. PKK, li gelek bajaran ji karbidestên Kurdistanê gelek kes kûştin, ji gel gelek kes jûştin, li bajaran tevlihevî çêkirin, di nav eşîretan de şer derxistin. Bi hezaran kurd û kurdperwer kûştin. Êrîşî hemû rêxistinê Kurdistanê kirin.

Lê dîsa jî Dewletê û PKKê bi hev re nikarî Tevgera Neteweyî ya Kurd, partî û rêxistinên Kurdistanê tasfiye bikin.

Qonaxa duyemîn: Pişt re jî di dewletê elıta Kemalîst plana xwe ya duyemîn xistin jiyanê. Bi êrîşên PKKê û rêxistinên terorîst û radîqal darbeya leşkerî amade kirin. Di 12ê Îlona 1980yî de darbeye leşkerî pêk anîn. Bi Darbeya leşkerî ya kolonyalîst-faşîst 12ê îlona 1980 yî dest pê kirin Tevgera Neteweyî ya Kurdistanê û rêxistinên Kurdistanê tasfiye bike. Darbeya Leşkerî di karê xwe de ji sedî 50-60î serkeftî bû.

Lê dîsa jî Tevgera Neteweyî ya Kurd û rêxistinên Kurdistanê bi tevayî nikarin tasfiye bikin.

Qonaxa seyemîn: Rêxistin û partiyên Kurdistanê piştî salên 1980yî ji bona Tevgera Kurd ya Neteweyî xurttir bibe, hewildaneke xurt nîşan dan. Di ev hewildanan pêşlketineke baş jî hat rojevê.

Hezar mixabin piştî şerê çekdarî ya PKKê (1984), tasfiye Tevgera Neteweyî ya Kurd bi awayerkî bi tevayî tasfiye bû. Şerê çekdarî hemû kesên mixalîf yên kurd û kurdperwer her çiqas dizanîn ku PKKê rêxistineke paqij nîne jî, ji PKKê re bûn piştgir. Ji rêxistinên Kurdistanê dev berdan. Ew bû tasfiyeke bingehî.

Merhelaya em têde dijîn, li Bakurê Kurdistan Tevgereke Neteweyî ya Kurd tune ye. Potansîyela heyî vê yekê terîf nake. Li Bakûrê Kurdistanê gurubên siyasî hene. Beşekî wan jî, ji xwe re dibêjin partî. Potansyeleke neteweyî û kurdperwer ya kesayetî heye.

Li hemberî me jî dewleteke xûrt û aparata wan PKKê heye.

Li hemberî Dewletê û PKKê, potansîyala heyî, mixalefeteke û tekoşîneke rizgarî û serxwebûnê nikare bimeşîne.

Hîç şik tune ye pirsa neteweya kurd jî dewlet ava kirine. Ji bona dewlete Kurdistanê ava bibe, divê hêzeke xûrt hebe. Ew hêza pir reng be.

Loma jî divê di vê merheleyê de modeleke mixalefetê ya nû bê dîtin, ku guhertinê jî, reforman jî, bi xwe re bîne. Bibe modeleke nû ya rêxistinî.

Ezê di nîvîsa xwe ya duyemîn de li ser vê modelê rawestim.

( Dê Bidomîne )

Diyarbekîr, 24.12. 2021








Gotar bi tenê nerîna nivîskar nîşan dide

360