Li Rojavayê Kordistanê 107 kesên nû bi Koronayê ketine.
ARK NEWS.. Desteya Tenduristî ya bi ser Rêveberiya PYDê ve ragihandiye ku di 24 demijmêrên bûrî de 107 kesên nû bi Koronayê ketine , 12 kes baş bûne , û 3 kesan jî canê xwe ji dest dane .
Heman Desteyê da diyarkirin ku ji koma pêketiyan:
13 li Hesekê , 19 li Qamişlo, 3 li Dirbêsiyê, 2 li girkê legê , 26 li Dêrik, 3 li Şehbayê, 1 kes li Rimêlan , 2 li Çil Axa , 14 li Kobanê , 13 li Tebqa,5 li Minbic, 2 li Reqayê, 5 li DêraZorê, 3 li Şehbayê ne.
Li gorî amarên Desteya Tenduristî ya bi ser Rêveberiya PYD ku hejmara giştî ya pêketiyên Koronayê li seranserî Rojavayê Kurdistanê giheştiye 4845 kesî , ji wê jimareyê 744 kes baş bûne , û 130 kesan jî canê xwe ji dest dane .
383
